Malpera nûçeyan Axiosê ku navenda wê li DYAyê ye nivîsî ku artêşa DYAyê bi mebesta parastina tesîsên krîtîk ên neft û xaza sirûştî yên li Erebistana Siûdî û Qeterê, du bataryayên din ên parastina esmanî yên Patriotê şandin herêmê.
Axiosê nûçeya xwe spartiye rayedarên DYAyî û çavkaniyeke ji herêmê. Çavkaniyan diyar kir ku Washîngton bi vê gavê dixwaze baweriyê bide Erebistana Siûdî û Qeterê.
Li gorî çavkaniyan, rêveberiyên Riyad û Dohayê fikar dikin ku di rewşa ji nû ve destpêkirina êrişên berfireh ên DYAyê yên li ser Îranê de, Tehran binesaziya wan a energiyê bike hedef.
Rêveberiya Trump di dawiya Tîrmehê de vebijêrkên êrişên berfireh ên li ser binesaziya enerjiyê ya Îranê nirxandibû. Têkildarî vê yekê, Mîrzayê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman di hevdîtina 1ê Tebaxê ya bi Trump re de fikarên xwe yên li ser zêdebûna rageşiyê aniye ziman û daxwaz kiriye ku ji êrişan dûr bisekine. Welatên herêmê ku Qeter jî di nav de ye di heman serdemê de bang li Washîngton û Tehranê kiribûn ku rageşiyê kêm bikin.
Trump di 2yê Tebaxê de diyar kir ku di muzakereyan de pêşketin çêbûye û êrişa ku dihat plan kirin, betal kir. Rêveberiya DYAyê di hefteyên dawî de zextên aborî û ambargoyên li ser Îranê zêde kirin.
Di şerê DYA-Îranê de rewşa dawî
Êriş ji heft mehan derbas bûn: DYA û Îsraîlê di 28ê Sibatê de li dijî Îranê êrişên berfireh dan dest pê kirin. Îranê jî di dirêjahiya şer de bi êrişên mûşekan û balafirên bêmirov bersiv da Îsraîl û hebûna leşkerî ya DYAyê ya li herêmê.
Dîplomasî berdewam dike: Di serî de Qeter û Pakistan navbeynkar, ji bo peymana ku dê şer bi dawî bike û Tengava Hurmuzê ji nû ve veke bi aliyan re hevdîtinan dikin. Rêveberiya Tehranê ragihand ku bersiva fermî ji bo teklîfa wan a dawî ya peymanê hatiye dayîn, lêbelê naveroka bersivê bi raya giştî re parve nekir.
Trump rêya îhtimala êrişên nû vekirî hişt: Serokê DYAyê Trump got ku wan teklîfa dawî ya Îranê kêm dîtine û îhtimala zêdekirina bombebaranên li ser Îranê ya piştî hilbijartinên navberê ên 3ê Mijdarê yên DYAyê ji holê ranekir.
Riska li Hurmuzê berdewam dike: Şer, trafîka behrê ya di tengava krîtîk a ji bo bazirganiya enerjiyê ya cîhanê de bi awayekî cidî asteng kir. Navenda Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê di 1ê Cotmehê de ragihand ku tiştekî ku çavkaniya wî nehat diyar kirin li tanker e ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibû ketiye û agir bi tankerê ketiye. Zirar negiştiye karmendan û ti aliyekî berpirsiyarî negirt ser xwe.
DYA hebûna xwe ya leşkerî ya li herêmê zêde dike: Li gorî nûçeya APê ku navenda wê li DYAyê, rayedarekî DYAyî ê ku navê xwe nedaye, koma keştiya balafiran a Theodore Roosevelt û koma amfîbî ya Makin Island ber bi herêmê ve diçin. Ev tevgerana dikare bibe sedem ku ber bi dawiya Cotmehê ve sê keştiyên balafiran ên DYAyê di heman demê de li herêmê bin.
Bandorên aborî û sivîl girantir dibin: DYAyê di 1ê Cotmehê de ambargoyên nû anîn ser beşa otomotîv û rêhesinî ya Îranê. APê her wiha ragihand ku riyalê Îranê di dawiya Îlonê de ketiye asta xwe ya herî jêrîn a nû, bihayên dermanan bi lez zêde bûne û gihîştina hinek dermanan zihmettir bûye.
(VC/AY)
