Fotograf: rahmanifazli.ir
Wezareta Xezîneyê ya DYAyê ragihandiye ku Washingtonê duh (20ê Gulana 2020an) ambargo daniye ser Abdulriza Rahmanî Fazli, Wezîrê Navxweyî yê Îranê û ew bi binpêkirina mafên mirovan tawanbar kiriye.
Wezaretê ragihandiye ku fermanên Wezîrê Navxweyî yê Îranê dane, bûne sedema tûndûtîjîyê ya li dijî xwepêşendanên aştîyane.
Wezareta Xezîneyê di daxuyanîyekê da gotiye, Fazliyî ferman daye ku Hêzên Bicîhkirina Qanûnê (LEF) di meha Mijdarê de hêza kuştinê li dijî xwepêşanderan bi kar bîne û di encamê de bi kêmî 23 zarok jî di nav de, komek xwepêşander hatibûn kûştin.
Karbidestên Pasdaran ketine “lîsteya reş”
Hikûmeta DYAyê di heman biryarê de 7 karbidestên payebilind yên Hêzên Bicihkirina Qanûnê û fermandarekî Pasdaran xistiye “Lîsta Reş”.
LEF di warê enerjî, avahî, karûbar, teknolojî û sektora bankan da çalak e û navê wê li Îranê Bonyad Taavon NAJA ye.
Biryara Çarşemê hemî sermayê li DYAyê yên kesên di “Lîsta Reş” de dicemidîne û hevkarîya amerîkiyan li gel wan bi giştî qedexe dike.
Steven Mnuchin, Wezîrê Xezîne yê DYAyê di daxuyanîyê de gotiye
"Amerîka dê berdewam bike ku rêvebir û sazîyên Îranê ji bo tepeserkirin û binpêkirina gelê wî welatî berpirs bigire." (FD)
* Çavkanî: dengê amerîka