Fotograf: AA / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Jonathan Hoffman, Alîkarê Serokê Bergirîyê yê DYAyê diyar kiriye, heta Tirkiye sîstema berevanîya hewayî ya S-400an li Rûsyayê venegerîne nîkare patrîotan bigre.
Li gor nûçeya ajansa Sputnikê Hoffmanî di civîna çapemenî ya îro da gotîye; , “Wezîrê Bergirîyê Mark Esperî, roja ku bûye Wezîr heta niha li ser vê mijarê sekna wî zelal e. Tirkiye heta S-400an li Rûsyayê venegerîne nikare Patrîotan bigre ”
Erdoganî gotîbû DYAyê nerm bûye
Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê AKPyê û Serokomar, di dema vegera xwe ya li Brûkselê firokeyê da derbarê Nermbûna DYAyê li ser mijara S-400an ji rojnamegeran ra weha gotibû:
“Her weke hûn jî dizanin li ser mijara Patrîotan me ji DYAyê re ev pêşnîyar kir: ‘ ger dixwazin hûn jî Patrîotan bidin me. Emê ji we jî Patrîotan bigrin’ lê li ser mijara S-400an ew jî gelekî nerm bûne, hatiye asta ku ji me re bejin, sozê bide me ku hûnê sîstema S-400an nekin dewreyê.” (EKN/AY/FD)