Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Danişîna biryarê ya doza Geziyê duh(25ê Nîsanê) pêk hatibû. Dadgehê bi tohmeta ku hewl daye hikûmetê hilweşîne cezayê muebbeta girankirî li Osman Kavala û bi tohmeta ku alîkariya vî sûcî kirine 18 sal cezayê girtîgehê li 7 mafparêzan birîbû û biryara girtina wan dabû. Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê(DYA) bertek nîşanî biryara dadgehê daye.
Ned Price, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYAyê daxuyaniyek nivîskî bi sernava “Mehkûmkirina Osman Kavala Ji Aliyê Tirkiyeyê ve” daye û te de gotiye, “mehkûmiyeta Osman Kavala ya di doza Geziyê de ‘Ew eciz kirine û hêviyên wan şikestine.’ Bi awayê ku neheq mehkûmkirina Kavala ji mafên mirovan , azadiyên bingehîn û serdestiya hiqûqê re ne guncaw e . "
Em careke din bang li Tirkiyeyê dikin ku Osman Kavala û hemû kesên din ku bi rengekî kêfî girtî ne li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) serbest berdin."
“Em bang li hikûmetê dikin ku dozên rêxistî yên siyasî bi dawî bike û rêz ji maf û azadiya hemû welatiyên Tirkiyeyê re bigire."(SD/AY)