Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rayedarên DYAyê derbarê operasyona li ser Efrînê ya Tirkiyeyê de li ser hev daxuyaniyan didin. Jim Mattis Wezîrê Berevaniyê yê DYAyê di daxuyaniya xwe ya herî dawî de got, “Operasyonên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê balê ji ser hewldanên misogerkirinê yên têkbirina DAIŞê belav dike.
Wezîrê Berevaniyê yê DYAyê hişyarî da û got ku operasyona Tirkiyeyê şerê bi DAIŞê re di sekinîne. Mattis diyar kir ku divê bala xwe bidin hewldanên navnetewî yên têkbirina DAIŞê û operasyona Efrînê vê balê belav dike. Mattis herwiha destnîşan kir ku rîska vê operasyonê heye ku kêşeya mirovahî ya li Efrînê û li deverên din ên Sûriyeyê xirabtir bike.
Wezîrê Berevaniyê yê DYAyê got ku ew metirsiyên ewlehiyê yên Tirkiyeya têkoşîna PKKyê dike fam dikin lê wê DAIŞê fêdê ji derketina tundiya Efrînê bigire.
Koşka Spî: Em dixwazin ku Tirkiye xwe ragire
Berdevka Koşka Spî Sarah Sandersê jî diyar kir ku operasyona Efrînê wê kêşeya mirovahî ya li wê herêmê kûrtir bike û aramiya wir jî xirab bike:
“Em bang li Tirkiyeyê dikin ku him bo gotinan him jî bo operasyonan xwe ragire’’
Sanders da zanîn ku divê dem û berfirehîya operasyonê kin û teng be û ti zarar negêhije sîvîlan.
Berdevka Koşka Sipî diyar kir ku operasyona Tirkiyê bala li ser têkbirina Dewleta Îslamî (DAIŞ) belav dike û dibe ku El-Qaîde û DAIŞ bi vê operasyonê re ji xwe re cîh û war çêkin.
Çavûşoglû: Heke kû hûn ne li gel me bin ne li hemberî me jî bin
Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavûşogluyî dema ji Iraqê vedigeriya ji rojnamegeran re axivî.
Çavûşoglûyî got ku di hevdîtina wî û Rex Tillerson Wezîrê Karên Derve yê DYAyê de Tillersonî gotiye, “Li gorî zanyariyên hevalên me dane, roket neavêtine Tirkiyeyê” û wî wiha bersiv daye Tillersonî:
“Min jî got ku ‘Em bala xwe didin zanyariyên ku hevalên me dane’. Min ev jî got: Di dema operasyona Mertalê Firatê de YPGyê ji we re digot ‘em nakevin Reqqayê, em hevkariyê bi we re nakin’. Niha jî tiştekî weke wê dikin. Min got ku ‘Ji kerema xwe re gotinên wan ji me re nebêjin’. Em ji DYAyê re dibêjin ku ‘Heke hûn ne li gel me bin ne li hemberî me jî bin’.” (PT/FD)
* Çavkanî: Spûtnik, Reuters, Dengê Amerîka, AA