Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Berdevka Wezareta Karên Devre ya DYAyê Heather Nauertê di civîna xwe ya çapemeniyê ya rojane de axivî û îdiayên ku dibêjin Washington il Tirkiyeyê darbeyê plan dike bi gotina “pêkenî” nirxand.
Li gorî nûçeya ku Dengê Amerîkanê belav kiriye, Nauertê li ser pirsa rojnamegerekî wiha gotiye:
“Me berê jî guhdariya heman çîrokê ji Tirkiyeyê kiribû. Hemû heman çîrok in.
“Ez ê nirxandina xwe ya berê dubare bikim. Îdiayên ku dibêjin em li hemberî Tirkiyeyê di nava hewldana darbeyê de ne gelekî komîk in.
“Ez ji we re pêşniyar dikim ku hûn birsên xwe yên derbarê mijarê de ji Wezareta Dadê (DYA) re ragihînin.
“Tirkiye endamekî NATOyê ye, hevalbendekî binirx ê DYAyê ye. Têkiliyeke me ya bi Tirkiyeyê re heye. Lê şîroveyên ku dibêjin DYA hewl dide Tirkiyeyê li darbeyê sor bike eletewş in û ez wisa difikirim ku ew jî vî tiştî dizanin.” (EKN/FD)