Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Mark Esper, Wezîrê Berevaniyê yê DYAyê (DYA), gotiye, heke Tirkiye destwerdaneke yekalî li bakurê Sûriyeyê bike, ew ê li hemberî vê bibin asteng.
Esperî di dema çûna Japonyayê de daxuyanî daye ku di heman demê de rayedarên DYA û Tirkiyeyê derbarê rewşa li Rojhilatê Firatê gotûbêj dikirin.
Wezareta Berevaniya Milî daxuyaniyek belav kiriye û gotiye ku hevdîtinên di navbera her du rayedarên dewletan de îro di 10.30 deqîqeyan de dest pê kiriye. Civîna di nav bera rayedarên DYA û Tirkiyeyê de duh li Avahiya Wezareta Berevaniya Milî dest pê kiribû.
Esperî wiha nirxandin kiriye:
“Tiştê ku em ê bikin ev in: DYA li pêşiya wê operasyona dersînorî ya yekalî wê bibin asteng ku li bakurê Sûriyeyê wê zirarê bide berjewendiyên hevbeş ên Tirkiye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).“
Washington Post: DYAyê planeke din pêşniyaz kiriye
Li gorî nûçeya ku rojnameya Washington Postê duh weşandiye, rêveberiya DYA li bendê ye Tirkiye di nava du hefteyan de operasyonekê bibe ser herêma di bin kontrola HSDyê de ye. Rojnameyê îdia kiriye ku di civîna li Enqereyê de ji bo pêşiyê li operasyonê bike wê planeke dawiyê pêşkêş bike.
Rojnameyê nûçe spartiye rayedarên amerîkî ku xalên wê bên pêşniyazkirin wiha rêz kiriye:
* Tirkiye û DYA bi hev re li ser sînorê Sûriye û Tirkiyeyê operasyoneke hevbeş pêk bînin ku kûrahiya vê herêmê wê 14.5 kîlometre be (neh mîl) û dirêjbûna wê jî dê 140 kîlometre (87 mîl) be.
* Şervanên kurd dê ji vir bên derxistin.
* Çeperên kurdan ên li vê herêmê dê bên rakirin.
* Paşê jî DYA û Tirkiye li vê herêmê dê dewriyeyên hevbeş bi rê ve bibin.
Erdoganî gotibû “Em ê bikevin Rojhilatê Firatê”
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî 4ê Tebaxê gotibû, “Em ketin Efrîn, Cerablûs û Babê. Niha jî em ê bikevin Rojhilatê Firatê. Me ev ji Rûsya û DYAyê re jî gotiye.” (EKN/FD)