Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokdewletê DYAyê Trûmp beriya operasyona Reqqayê pesend kir ku çekên giran bidin Yekîneyên Parastina Gel (YPG).
Li gorî nûçeya Associated Pressê Serokê Komîteya Karên Derve, Senatorê Tennesseeyê Bob Corker derbarê biryarê de got ku “Ev, çareseriya niha herî pêkan e”.
Di nava çekên ku wê ji bo YPGyê bên şandin de çekên giran û wesayitên bizirx jî hene.
Tirkiye dê bertekeke çawa bide?
Senator Corker li ser pirsa gelo wê rayedarên Tirkiyeyî derbarê vê biryarê de bertekere çawa bidin de got, “Niha berjewendiyên Tirkiyeyê û DYAyê ne paralel in, di demekê de divê biryara herî dawî bê dayin”.
DYA, difikire ku operasyonê li hemberî herêma Reqqayê lidar bixe ku di bin kontrola DAIŞê de ye.
Rayedarên Tirkiyeyî li hemberî wî tiştî ne ku YPG tevlî operasyonê bibe.
Dema ku heyeta Tirkiyeyê li DYAyê bû biryar hat aşkerekirin, Erdogan jî wê biçe
Biryara piştgiriyê ya ku Trûmp pesend kir di dema ku heyeta Tirkiyeyê li DYAyê bû hat aşkerekirin.
Serfermandar Orgeneral Hûlûsî Akar, Şêwirmendê Rêxistina İstixbarata Milî (MİT) Hakan Fîdan û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin weke heyetekê roja yekşemê bi heyeteke DYAyê re hevdîtin pêk anî ku Serfermandarê DYAyê Joseph Dûnford serokatiya wê dikir.
Heman heyetê li Koşka Spî duh jî bi heyeteke din a DYAyê re hevdîtin kir ku Korgeneral Herbert Raymond McMaster Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Trûmp serokatiya wê dikir.
Serokomar Erdogan wê di 16ê Nîsanê de biçe DYAyê.
Di vê navberê de Hevserokê PYDyê Salih Muslim diyar kir ku DYAyê biryareke ku dihate payîn standiye. (AS/FD)