Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Amerîkayê, Donald Trumpî deklarasyona ku serwerîya Îsraîlê ya li ser Girên Golanê nas dike, îmza kiriye. Bi vê deslarasyonê re DYAyê, Girên Golanê weke xaka Îsraîlê qebûl kiriye.
Îsraîlê di sala 1967ê de Girên Golanê dagir kiribû û di sala 1981ê de jî xistibû nava xaka xwe.
Piştî Trumpî deklarasyon îmze kiriye, artêşa Îsraîlê li Xezzeyê herêmên di bin destên Hemasê de bombe kiriye. Ev der ji hêla Îsraîlê ve di bin dorpêçê de ye.
Trump: Mafê Îsraîlê heye ku xwe biparêze
Trûmpî diyar kiriye ku “mafê İsraîlê heye xwe biparêze.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî beşdarî merasîma îmzakirinê bûye. Netanyahu gotiye biryara Trumpî “dîrokî” ye û spasîya wî kiriye.
Netanyahu daye zanîn ku Girên Golanê di berevanîya rêwa ya dijî Sûrîyê de hatiye sitandin û got ku ew ê êdî tim di destê Îsraîlê de be.
Hikûmeta Sûrîyê biryara Trumpî şermezar kiriye û dîyar kiriye ku bi awayekî eşkere dijî desthilata wê êrîş li dar ketiye.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavûşogluyî jî gotiye “Em li dijî vê îmzekirinê derdikevin. Em li dijî vê biryarê ne. Ne mimkun e ku em vê qebûl bikin. Erê têkiliya di navbera me û rejîma Sûriyeyê de di vê rewşê de ye, lê ev nayê wê maneya ku em ê vê biryarê qebûl bikin”. (HK/FD)
* Çavkanî: Euronews, BBC Türkçe, AA