Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Ned Price, Berdevkê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê(DYA) duh di saetên êvarê de daxuyaniyek nivîskî daye û gotiye, “Betalkirina parlamenteriya Omer Gergerlîoglû jî di nav de ew bûyerên li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînin.”
Priceyî di daxuyaniyê de destnîşan kiriye ku ew biryara girtina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) dişopînin û weha dewam kiriye:
“Her weha ew biryarek e ku dê îradeya dengderên Tirkiyeyê ser û bin bike û wê ziyanê bigihîne demokrasiyê li Tirkiyeyê. Wê bi milyonan welatî ji mafê hilbijartina nûnerên xwe bêbeş bike.”
“Em bang li hikumeta Tirkiyeyê dikin ku ji azadiya îfadeyê re rêz bigire, li gorî berpirsiyariyên xwe yên navneteweyî û qanûna bingehîn tevbigere.”
(PT/AY)