Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) piştî ku biryar da ew ê bi awayekê sînorkirî vîzeyê bide welatiyên Tirkiyeyê, Wezareta Karên Derve eşkere kir, ew ê pêşiyê vîzeyê ji bo saxlemî, perwede û alîkariya mirovî bidin.
Bixwîne - Amerîka dê bi hejmareka sînorkirî vîzeyê bide welatiyên Tirkiyeyê
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Heather Nauertê eşkere kir herdu welatên Tirkiye û Amerîka gavên erênî dizvêjin. Berdevkê hejmara vîzeya bê dayin eşkere nekir û ducarî kir ku dayina vîzeyan dê sînorkirî be.
Nauertê li ser desteserkirina xebatkarên Balyozxaneya Amerîkayê ya li Tirkiyeyê jî got:
“Tirkiyeyê bi awayekê sînorkirî em piştrast kirine ku ji beriya ew li ser xebatkarên me lêpirsînê bidin destpêkirin ew ê me agehdar bikin.”
Çi bûbû?
Polîsan xebatkarê Balyozxaneya Amerîkayê Metîn Topûz desteser kiribû li gor nûçeya Toygun Atîllayî ya li rojnameya Hûrriyetê ji bo xebatkarekê dî jî biryara desteserkirinê hatiye dayin.
Di 4ê Çiriya Pêşiyê de dema xebatkarê balyozxaneyê bi lêpirsîna Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir(FETO) hatî girtin balyozxaneyê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ew ji vê rewşê nerihet e.
Li ser vê yekê:
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Tirkiyeyê daxuyandiye ku li Tirkiyeyê vîzeya ji bo çûyina Amerîkayê dê neyê dayin.
Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li bajarê Washingtonê yê Amerîkayê daxuyandiye ku ew jî dê vîzeya ji bo çûna Tirkiyeyê nede.(EKN/MB)