Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Weîzrê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson û berdevkê Wezareta Parastinê(Pentagon) Eric Pahonî eşkere kirin ku ew ê li Sûriyeyê hêzeka parastina sînorî ava nekin.
Tillersonî got divê ew ji Tirkiyeyê re rewşê eşkere bibêjin û ew fêm dikin ka ji ber çi Tirkiye bi vî avayî tev digere.
Tilleronî da zanîn di pêvajoy siyasî ya Sûriyeyê de divê hemî pêkhateyên wê derê bêne temsîlkirin lê çênabe li ser cîranan tehdîdek bê çêkirin.
Hêza parastina sînorî dê neyê avakirin
Li gor nûçeya Cansu Çamlibelê ya li rojnameya Hurriyetê: Berdevkê Wezareta Parastinê(Pentagon) Eric Pahonî eşkere kiriye ku ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) artêşek an jî yekîneyaka parastina sînorî dê neyê avakirin.
Çi bûbû?
Koalisyona Navnetewî ya li dijî DAIŞê ya DYA serpereştiya wê dike, aşkere kiribû ku ew ê bi hevalbendên xwe yên li Sûriyeyê re li ser sînorî hêzeka ji 30 hezar kesan pêk tê ava bikin. Ev hêz wê parastinê bike.
(EKN/MB)