New York. Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Keîth Ellîson, Serdozgerê Eyaleta Minnesotayê ya Dewletên Yekbûyî ên Amerîkayê (DYA) aşkere kiriye, Derek Chauvin, polîsê ku George Floydê cermreş kuştibû ji dezgeha polîsan hatiye avêtin. Asta tohmeta Derek Chauvîn ji 3an anîne 2an.
Ellîsonî destnîşan kiriye, ku di destê wan de ji bo tohmetan têra xwe delîl û belge hene.
Her weha hatiye diyarkirin, 3 polîs ji ber ku di nav bûyerê de bûne, ji kar hatine avêtin û wê ji ber wan alikariya kujer kirine bên tohmetbarkirin û biryara girtina wan hatiye stendin.
Li gorî dîmenên ji cîhê bûyerê hatine kişandin, polîs Thomas Jane û J. Alexander Kueng alikariya Chauvinî dikin û polîsê sêyem Tou Thaoyî jî li devê rê sekiniye.
Pereye kefaletê 1 mîlyon dolare
Li gor tomarkirinên dadgehê yên nû, pereyê kefaleta Derek Chauvinî ji 500 mîlyon dolarî derxistine mîlyonekê. Pereyê kefaleta her sê polîsên din jî ji bo her yekî mîlyonek dolar hatiye diyar kirin.
Dibe ku 40 salan ceza lê bibirin
Serdozger Keith Ellisonî, civînek çapemeniyê pêkaniye û tê de gotiye, tohmetên ku me anîne em baweriyê pê tînin. Tohmet xwe dispêre hiqûq û rastiyê. Bi bandora çalakiyan me biryar nedaye.
Asta tohmeta Derek Chauvinê 44 salî ji 3an anîne 2an û bi kuştina kesekî tê tohmetbarkirin. Ev jî tê wê wateyê ku dibe 40 sal cezayê girtîgehê li Chauvinî bibirin.
Bûyera George Floydî
Li bajarê Minneapolisa DYAyê di Sêşema 26ê Gulanê de Derek Chauvin, polîsê nijadperest xwest George Floydê 46 salî desteser bike. Di vê demê de Chauvinî çoga xwe danîbû ser histûyê Floydî û li ser vê Floydî gotibû "Bêhna min diçike, nikarim bêhna xwe hildim.” Floydî li wir can dabû. (PT/AY/FD)