Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Koalisyona Navnetewî ya li dijî DAIŞê ya DYA serpereştiya wê dike, aşkere kir ku ew ê bi hevalbendên xwe yên li Sûriyeyê re li ser sînor hêzeke ji 30 hezar kesan pêk tê ava bikin. Ev hêz wê parastinê bike.
Tirkiyeyê duh ji Hatayê destpêkiribû û top avêtibû Kantona Efrînê. Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî du roj berê li Elezîzê, duh jî li Tokat û Yozgatê axivîbû û gotibû ku ew ê operasyon berdewam bikin.
Erdoganî li Elezîzê gotibû ku “Baweriya me bi berjewendiyên me yên bi DYAyê re heye, em wisa bawer dikin ku em ê bi hev re tevbigerin” û diyar kiribû ku ew li bendeyî piştgiriya DYAyê ne.
Lê daxuyaniya Ofîsa Têkiliyên bi Civakê re ya ku Hevpeymana DYA serpereştiya wê dike weke ku bersiveke neyênî ji bo Erdoganî bû.
“Bi beşdariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk wê bê avakirin”
Ofîsê daxuanî ji bo Reutersê kiriye. Li gorî vê daxuyaniyê beşek ji vê hêzê wê li ser sînorê Tirkiyeyê bê bicîkirin. Beşê din jî wê li ser sînorê Iraqê be. Her wiha wê nîvê vê hêzê ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pêk bê. Weke ku tê zanîn YPG serpereştiya HSDyê dike.
Li gorî daxuyaniya Hevpeymanê ji bo destpêkê 230 kes hatine perwerdekirin.
Kalinî bersiv da: Mafê me yê mudaxeleyê heye
Îbrahîm Kalin berdevkê Serokomariyê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got: “DYA li şûna piştgiriya ku bi hinceta ‘têkoşîna li hemberî DAIŞê’ dide PYD-YPGyê bidawî bike gavên wisa diavêje ku rêxistina terorê rewa dike û wê li herêmê mayinde dike ku PYD-YPG baskê PKKyê yê li Sûriyeyê ye.
“Tirkiye di çarçoveya berjewendiyên xwe yên netewî de, ji bo ewlekariya xwe wê di standina tedbîran de berdewam be. Di vê çarçoveyê de li hemberî rêxistinên terorê ya ku hedefeke rewa ye, hemû mafê me yê mudaxeleyê heye ku cî, dem û şêweyê wê wê ji hêla Tirkiyeyê ve were diyarkirin. (HK/FD)
Çavkanî: Dengê Amerîkayê, AA, BBC Tirkî