Li Dewletên Yekbûyî ên Amerîkayê (DYA) rêvebiriya Donald Trump, Serokê wî welatî bi fermî kongre agahdar kiriye, ku ji Rexistina Tenduristiyê a Cîhanê (RTC/WHO) vekişiyane.
Li gor peymanê, divê DYA ji salekê pêşde vekişîna xwe bi awayekî fermî ragihîne. Bi vî awayî wê endamtîya DYAyê di 6ê Tîrmeha 2021an de bi dawî bibe.
Jiber vekişîna DYAyê wê WHO ji çavkanîyeke mezin ya aboriyê mehrûm bimîne ku wî welatî di sala 2019an de 553 mîlyon dolar dabûn wê rêxistinê.
Trumpî di 14ê Nîsanê de gotibû ku WHO di têkoşîna li dijî vîrusa koronayê de bi ser neketiye, ew rêxistin nêzî Çînê disekine û alîkarîya diravî ya bo wê rêxistinê rawestandibû.
Wî di 29ê Gulanê de jî dabû zanîn ku ew peywendîyên xwe yên bi WHO re diqedînin.
Demokratan bertek nîşan dane
Demokratên Amerîkî li ser biryara Donald Trumpî ya bo vekişîna ji WHOyê bertek nîşan dane.
Nancy Pelosi, Seroka Civata Nûneran dîyar kiriye ku veqetîna ji WHOyê “tewş” e. Pelosiyê daye zanîn ku Trump bi vekişandina DYAyê, rê li ber têkoşîna li dijî vîrusa koronayê digire.
Joe Biden, berbijarê Partîya Demokratan berteka li ser vekişîna ji WHOyê bi rêya Twitterê diyar kiriye.
Bidenî dîyar kiriye ku DYA gava ji bo tenduristiya cîhanê hewil bide ew ê ewletir be.
Bob Mendenez, Senatorê Demokrat jî daye zanîn ku vekişîna ji WHOyê biryareke şaş e.
Bob Menendes, Senatorê New Jersey û Serokê Komîteya Têkiliyên Derve yê Senatoyê li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî daye û destnîşan kiriye, şewba Covîd-19ê hê didome û gotiye, "Di nav vê pandemiyê da Kongreyê ji Serok Donald Trump danezanek wergirtiye ku DYA bi fermî ji RTCê vedikişe."
Menendezî diyarkiriye û gotiye, ev biryara rêvebiriya Trumpî wê rêvebiriya DYAyê "nexweş û tenê" bihêle.
Herweha rayedarekî Qesra Spî yê ku nexwest navê wî bê aşkere kirin ji çapemeniya DYAyê re gotiye, vekişîna ji RTCê wê roja duşemê were pêkanîn û ev biryara fermî gihîştiye Antonîo Gûterres, Sekreterê Giştî ê Neteweyên Yekbûyî.
Çi bûbû?
Trumpî di 14ê Nîsanê de RTC bi nêzîkbûna li Çînê tawanbar kiribû û gotibû ew li dijî şewba Covîd-19ê serkeftî nebûne. Ji ber van sedeman Trumpî alîkariya aboriyê ya ji bo RTCê dabû birîn.
Welatên ku endamê RTCê ne, di 19ê Gulanê de biryar dabûn ku derbarê pandemiyê de lêpirsîneke serbixwe were destpêkirin.
Trûmpî aşkere kiribû û gotibû, “ ji berk u rayedarên Çînê li beramber RTCê erka xwe nehaniye bi cîh, ew têkiliyên xwe bi RTCê re qut dikin.
Di gel vê axavtina Trumpî hingê hê gaveke fermî nehatibû avêtin. (AY/FD)
*Çavkanî: dengê amerîka