Ji bo nûçeya Tirkî
Deutsche Welleyê daxuyand ku wan ji bo bernameya xwe ya Conflict Zoneyê bi Wezîrê Werzişê Akif Çagatay Kiliç re li avahiya wezaretê hevpeyvîn kirine lê piştî hevpeyvînê bi direktîfa Kiliç bi xwe dest danîne ser qeydên hevpeyvînê.
Li gorî daxuyaniya DWê ji ekîba hevpeyvîn kirine re hatiye gotin ku heta ew qeydên dîmenên hevpeyvînê radestî wan nekin, ew nikarin ji avahiya wezaretê derkevin.
DWyê şermezar kir
Li gor DWyê ji beriya hevpeyvîna di şeva 5ê Îlonê de hatî kirin, mijarên hevpeyvînê ji bo wezîrî hatibûn gotin.
Pêşkêşvan, Fridman pirsên li ser hewildana derbekirinê, girtin û ji karî derêxistina komane ya karmendan, rewşa civakê û rewşa jinan a di civakê de ji wezîrî kirine.
Pêşkêşvanî di hevpeyvînê de ji Akif Çagatay Kiliçî xwest ew gotinên Erdoganî yên li ser van mijaran jî eşkere bike.
Piştî hevpeyvînê wezîrî xatir ji Michel Friedmanî xwestiye. Şêwirmendê çapemeniyê yê wezîrî ji DWyê gotiye ku divê ku ew vê hevpeyvînê neweşîne. Ji xebatkarên DWyê re gotine heke ew vîdeoya hevpeyvînê teslîm neke, ew nikarin ji avahiyê derbikevin.
Midûrê giştî yê DWyê kiriyarên karmendên wezaretê şermezar kir. Wî got: ‘’Ev yek tê wê wateyê ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê tê binpêkirin. Ev tiştên bûyîn zordariya rêveberiya tirkan e. Ti têkiliyên vê yekê bi dewletên hiqûqê û demokrasîyê ve nîne. Nayê qebûlkirin ku wezîrek bi daxwaza xwe hevpeyvînekê bide û paşê ji ber ku keyfa wî ji pirsan re nehatiye nehêle bê weşandin. Em dixwazin hikûmeta tirkan demildest vîdeoya me teslîm bikin û em li rêyên hiqûqê digerin.’’
DWê şeva ku bûyer pêk hatiye, him bi Wezareta Werzişê re him jî bi Mudiryeta Ragihandin û Enformasyonê ya Serokatiyê re axivîne, yê ku li hemberê wan hatiye kirin protesto kirine û xwestine ku qeydên hevpeyvînê teslîmê wan bikin.
DWê ji bo ku dîmenên hevpeyvînê teslîmê wan were kirin heta saet 12:00yê îro wext dabû wezaretê. Lêbelê dîsa qeydên dîmenên wan nehatin teslîmkirin. Li ser vê yekê careke din bi riya telefonê li wezarê re axivîne û vê carê jî wezaretê di bersiva xwe de gotiye ku ew naxwazin hevpeyvîn were weşandin û ji bo vê yekê jî wê qeydên hevpeyvînê teslîm nekin.
(YY/YO/MB)