Endamê "Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan" Dûran Kalkan, di bernameya taybet a Medya Haber TVyê de geşedanên herêmê û şerê li dijî Îranê nirxand.
Kalkan di bernameyê de destnîşan kir ku bûyerên niha dîrokî ne û metirsî her ku diçe zêdetir xuya dibe û got:
" Di vê atmosferê de hîn bêtir tê dîtin ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Apo da destpêkirin ji bo Tirkiyeyê û Kurdan çiqasî girîng e. Ewlehiya Tirkiyeyê ne bi çek û gefan, dê bi aştî, demokrasî û azadiya gelan pêk tê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji destpêkê ve hişyarî kiriye ku aştiya herêmê tenê bi çareseriya demokratîk dikare were pêkanîn."
‘Banga ‘mafê hêviyê bicih bînin’
Kalkan diyar kir ku nîqaşên li ser mafê hêviyê divê bi gavên pratîkî bi dawî bibin. Li gorî Kalkan, eger tê xwestin ku pêvajoya aştiyê pêş bikeve, divê şert û mercên kar û jiyanê yên Abdullah Ocalan bêne guhertin û rê li ber xebatên Abdullah Ocalan ên di şert û mercên azad de were vekirin.
Kalkan derbirî ku Tirkiye heke dixwaze xwe ji metirsiyên herêmê biparêze divê pêşiya siyaseta demokratîk veke û qanûnên azadiyê derxîne. Kalkan got ku demokratîkbûna Tirkiyeyê ji bo herêmê jî girîng e. Kalkan xwest ku hem Tirkiye pêşiya vê yekê veke û hem jî gelên Tirkiyeyê têkoşînê li ser vî esasî mezin bikin.
"Ev şerê hegemonyayê ye"
Kalkan diyar kir ku şerê niha tenê 10 an 11 roj e dest pê nekiriye. Kalkan anî ziman ku ev şer ji sala 1990î ve di çarçoveya êrişên Amerîka li Rojhilata Navîn de didome. Kalkan ev şer weke şerê hegemoniyayê pênase kir.
Kalkan anî ziman ku ne serketina Amerîka û Îsraîlê û ne jî serketina Îranê çareya gelên herêmê ye û derbirî ku ev şer bi kêrî sermaye û bazara çekan tê. Kalkan daxuyand kugelên herêmê di encamê de tenê windahiyên mezin dibînin û xwest ku ji bo wê siyaseta riya sêyemîn a ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin, esas bê girtin.
‘PKK li ser xeta siyasî ya sêyemîn e’
Kalkan diyar kir ku tevgera wan li ser xeta siyasî ya sêyemîn e û wiha axivî:
“Em ne li aliyê sîstema sermayeyê ya kûrevî ne jî li aliyê statukoparêziya netewe dewletên herêmê ne. Çare di komara demokratîk û entegrasyona demokratîk de ye. Ev jî projeya Rêber Apo ji gelan re pêşkêş kiriye.Sîstema dewletparêz nikare ewlekariyê ji bo gelan, civak, bawerî û cudahiyan pêk bîne. Tenê civakeke demokratîk û rêxistinbûyî dikare gelan biparêze û pêşî li şerên herêmî bigire.”
‘Tevgera Kurd her tim bi gelên Rojhilat re ye’
Kalkan diyar kir ku tevgera Kurd her tim bi gelê xwe yê Rojhilatê re ye. Kalkan ev nirxandin kir:
“Eger êriş li hemberî Kurdan bên kirin, divê gelê Kurd xwe bi rêxistin bike û pozîsyona xwe ya parastinê xurt bike. Li ser vê bingehê em jî li rex gelê xwe ne. Divê li Îranê tifaq û hevalbendiya demokratîk di navbera gelan de were afirandin. Azadiya gelên Îranê jî azadiya Rojhilatê Kurdistanê jî di vir de ye. Ev jî riya siyemîn û stratejiya Rêber Apo pêşkêş kiriye.”
Kalkan got ku Kurd, Azerî û Fars di dîrokê de bi hev re jiyane û neteweperestî ya dewletî tekane xeteriya li hemberî gelan e. Kalkan derbirî ku divê gelên li Îranê tifaqa demokratîk ava bikin da ku demokrasiya li Îranê pêş bikeve.
"Kurd ne leşkerê tu kesî ne"
Têkildarî nîqaşên li ser Kurdan tên meşandin jî Kalkan bertekek tund nîşan da û xwest ku herkes nirxandinên aqlane bike. Kalkan diyar kir ku Kurd bi sed salan e ji bo azadiyê têdikoşin û ne di wê rewşê de ne ku bibin leşkerê hêzên din. Kalkan got ku yên ku dixwazin Kurdan bixin rewşeke nokeriyê bi xwe di nava nokerî û xiyanetê de ne.
Di dawiyê de Kalkan rexne li hin derdorên li Tirkiyeyê kir ku navê Kurdan tenê demên dijwar de tînin ziman. Kalkan got ku divê ev derdor baş bên naskirin û helwest li hemberî wan bê nîşandan.
(AEK/AY)
