Duran Kalkan heta biryara fesixkirinê Endamê Konseya Rêvebir a PKKê bû. Kalkan weke “Endamê Akademiya Zanistên Civakî a Abdullah Ocalan” beşdarî bernameyeke taybet a Medya Haber TVyê bû û têkildarî Komîsyona Meclîsê û merasîma çekdanînê axivî.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Firatê(ANF) Kalkan bal kişandiye ser şert û mercên Abdullah Ocalan û weha gotiye, “ Niha azadiya fizîkî ya Rêber Apo xala sereke ya hemû azadiyên li Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Hemû daxwazên din wê li ser bingeha wê werin bicihanîn. Ji ber vê yekê, divê her kes çareseriyê bi zelalî bibîne. Bila her kes daxwazên xwe bîne ziman û divê azadiya fizîkî ya Rêber Apo wekî armanca sereke ya daxwazên xwe bibîne.”
“Êdî dora dewletê ye”
Kalkan merasîma çek şewitandina PKKê weke “rojek dîrokî” bi nav kir û got:
“Merasîma 11’ê Tîrmehê çekdanîna gerîlayan zelal kir. Êdî hemû gumanên bi vî rengî ji holê hatin rakirin. Tenê tiştê ku dimîne ev e ku divê tedbîrên pêwîst werin girtin. Yanî, navnîşana wê bê kî ye diyar e. Hin kes dibêjin, "Êdî dora dewletê ye."
“Di merasîmê de çavê sêyemîn, yanî çavdêr hebûn. Nûnerên siyasî jî hebûn. Ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatibûn. Ji Iraqê, ji Başûrê Kurdistanê hatibûn. Heta yên ku ji derveyî welat jî hatin hebûn.”
“Me xwest zêdetir saziyên mafên mirovan li wê derê hebin. Ango komîsyonek heba beralî kiriba. Rêber Apo ji destpêkê ve israr kir. Çi kêm e li holê ye. Ango rêveberiya dewletê ya heyî û desthilatdariya AKP’ê ye ku vê yekê nekir.”

BİANET Jİ SİLÊMANİYÊ RADİGİHÎNE
Çavdêriyên destpêkê ji merasîma çekdanîna PKKê
“Divê qanûnên azadiyê û entegrasyonê bêne derxistin”
Duran Kalkan diyar kir ku helbet divê şêwazê têkiliyê girêdayî rêgezên qanûnî be. Di asta qanûnî de divê rêgez zelal bibin. Divê ji bo vê yekê qanûn werin derxistin û got, “Rêber Apo vê yekê bi zelalî raber kir; Qanûnên entegrasyona demokratîk. Helbet her wiha qanûnên azadiyê jî. Çawa? Misogerkirina azadiya gelan, îfadeya azad û misogerkirina hemû azadiyên din. Qanûnên azadiyê girîng e.”
Kalkan ji bo têkildarî mijara destûra bingehîn a nû weha got:
“Divê qanûnên azadiyê û entegrasyonê bêne derxistin. Bêguman ev yek wê gav bi gav ber bi destûreke bingehîn ve biçe. Yanî destûreke bingehîn a nû tê nirxandin. Di nava destûra bingehîn de wê rewşa xwe ya dawî diyar bibe. Bêguman destûreke bingehîn a bi vî rengî bi carekê ava nabe. Gelekî zehmet e, li cihekî weke Tirkiyeyê. Her ku qanûnên di heman çarçoveyê de bêne derxistin wê ev yek ber bi destûreke bingehîn a demokratîk ve biçe.”
Pirsgirêkên hiqûqî, pirsgirêkên esas in. Lewma Rêber Apo di vê demê de dibêje, ‘Tarzê têkoşîna me ya esas, dê hiqûq be’. Yanî rêbaz, tarz û taktîka herî girîng a guhertin û jinûve avakirinê, têkoşîna hiqûqê ye. Ji ber ku hiqûqek parçe parçe, di destê me de ye. Çêkereke hiqûqî ya ji pîvanên demokratîk pir dûr, heye. Divê mirov ji rojeva esil ne tirs e. Divê her kes hişyar be. Her kes dikare heqê xwe bixwaze. Lê divê bizane ew heq bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e û li gorî wê bixwaze. Çapemenî jî divê timî vê di rojevê de bihêle, divê propagandaya wê bike."

BİANET Lİ AMEDÊ YE
Li Amedê rojeva gel merasîma çekdanînê ye: Ji ber kelecanê em du roj in nikarin razên
“Divê ji ezmûna 2013-2014an ders were derxistin”
Kalkan destnîşan kir ku em hêvî dikin ku komisyona vê carê, ji ezmûna 2013-2014an ders derxîne. Yan her tişt wê dubare be. Rojeva esas jî dê dubare be û weha pêde çû:
“Heman tişt ji bo komîsyonê jî derbasdar e. Lewma min xwest îfade bikim. Ne bi armanca rexneyê. Avakirina komîsyonê baş e, gavekî girîng e. Lê belê di berê de sala 2013’an hewldanek wiha çêbû, lê bi kêr nehat. Komîsyonên di wê demê de hatine avakirin, ji bo karên cuda hatibûn plankirin û nîqaş di wî alî de bûn. Niha jî komîsyonek tê avakirin, lê eger ew jî bi kêr neyê xeteriyên berê wê xwe dubare bikin.”
“Ya yekemîn, wê li ser esasê çareseriya pirsgirêka Kurd be. Wê rastiya Kurdan qebûl bikin. Bi kurtasî wê pirsgirêka Kurd fêm bikin û li ser çareseriya wê bixebitin.”
“Ya duyemîn jî wê li ser demokratîkbûyîna Tirkiyeyê be. Bi rastî jî mirov dibêjin 'ev şerm e'. Carnan endamên AKP'ê jî vê îfade dikin. Başe, Rojbaş! Ev 23 sal in hûn hewl didin vî welatî bi destûra bingehîn a Kenan Evren bi rê ve bibin. Piştî wê hûn behsa demokrasî û vê û wê dikin. Dibêjin, “Li Tirkiyeyê demokrasî heye. Çima PKK’ê li dijî vê derdikeve? Çima gerîla li çiyê ne?” PKK'ê piştî destûra bingehîn a Kenan Evren berê xwe da çiyê. Baş tê bîra min, dema dengdana destûra bingehîn hat kirin, di 7'ê Mijdara 1982'yan de di manşeta nirxandina destûra bingehîn a rojnameya me Serxwebûn de ev hebû, 'Ne Destûra Bingehîn, şoreş'. Bi wê prensîbê em ketin rê.”
Divê komîsyon bi tiştên wisa hêsan re mijûl nebe”
Kalkan diyar kir û got:
Rêber Apo îradeya PKK'ê û gerîlayan derxistiye holê. Rêber Apo ji her kesî re îspat kiriye ku ew hêza çareseriyê ye. PKK’ê xwe ji qada siyasî ya dîrokê vekişand û bû parçeyek ji dîrokê.”
“Berê digotin, 'PKK asteng e'; ew astengî hatiye rakirin. Digotin, 'astengiya gerîla û çek’; gerîla jî çekên xwe şewitandine. Îspat kirin ku ew ji bo siyaseta demokratîk û têkoşîna siyasî demokratîk a li ser bingeha qanûnên azadî û yekparebûna demokratîk, vekirî û amade ne. Jixwe bangên vekirî hatin kirin. Heval dîsa ji bo cihên xwe hatin şandin. Ev ne biryara me bû; Tirkiye ji vê re ne amade bû.”
“Divê her kes karibe ji bo azadî û demokratîkbûna hevpar, ji bo yekîtiya demokratîk û entegrasyona demokratîk fedekariyên dikarin bên kirin nîşan bide. Ev pîvana rast a demokratîkbûn, egîdbûn, wêrekbûnê ye. Divê karibin vê yekê nîşan bidin. Divê komîsyon rê li ber vê yekê veke û van daxwazan bîne ziman.”
“Divê komîsyon bi mijarên ji rêzê ra, eleqedar nebe. Bêguman bi tena serê xwe nikare her tiştî bike, lê belê divê meclîsê bixe nava tevgerê. Divê meclîs qanûn, rêgezên ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û rûbirûbûna bi rabirdûyê re eşkere bike û gavên pratîk pêş bixe. Em vê yekê ji komîsyonê hêvî dikin. Eger rewş bi vî rengî be, komîsyon wê rast be, watedar be û encamê bi xwe re bîne. Heke wisa be, em dê ji her cure hevkariya bi wê komîsyonê re vekirî bin.”
“Heke komîsyoneke bi vî rengî çêbe; Weke Serokkomar Tayyîp Erdogan jî gotî, ''Em ê li beramberî kesê ku gavek diavêje, bi du gavan pêşde herin.” Bi rastî jî aliyê Kurd û Rêber Apo çend gav avêtine? Îcar em bersivên wan ên li hember van gavan bibînin.”

Kurtulmuş ji bo avakirina "Komîsyona Çareseriyê" dê bi partiyan re bicive
(VC/AY)
