Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de encama testa 29 hezar û 132 kesî pozîtîf derketiye ji wan 6 hezar û 814 kes nîşaneyên lê peyda bûye. 174 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 13 hezar û 14an. Her weha 3 hezar û 291 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 168 hezar û 348 kesan hatiye kirin.
Heta niha 17 mîlyon û 901 hezar û 868 test hatiye çêkirin. 474 hezar û 606 kes bi nexweşiyê ketine û 13 hezar û 14 kes jî pê mirine.
Heta niha 388 hezar û 771 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 3.4e û hejmara nexweşên giran jî 4 hezar û 711e.(EKN/AY)