Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 771 kesên din peyda bûye. 63 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 7 hezar û 249an. Her weha hezar û 342 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 112 hezar û 645 kesan hatiye kirin.
Heta niha 8 mîlyon û 855 hezar û 180 test hatiye çêkirin. 296 hezar û 391 kes bi nexweşiyê ketine û 7 hezar û 249 kes jî pê mirine.
Heta niha 262 hezar û 602 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 7,1e û hejmara nexweşên giran jî hezar û 351e. (EKN/AY/FD)