Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 703 kesên din peyda bûye. 57 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 6 hezar û 730an. Her weha hezar û 47 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 96 hezar û 842 kesan hatiye kirin.
Heta niha 7 mîlyon û 883 hezar û 464 test hatiye çêkirin. 281 hezar û 509 kes bi nexweşiyê ketine û 6 hezar û 730 kes jî pê mirine.
Heta niha 252 hezar û 152 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 7,6 e û hejmara nexweşên giran jî hezar û 118ye. (EKN/AY/FD)