Fotograf:AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 693 kesên din peyda bûye. 66 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 9 hezar û 80an. Her weha hezar û 311 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 116 hezar û 103 kesan hatiye kirin.
Heta niha 12 mîlyon û 77 hezar û 773 test hatiye çêkirin. 342 hezar û 143 kes bi nexweşiyê ketine û 9 hezar û 80 kes jî pê mirine.
Heta niha 299 hezar û 679 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 5.9ye û hejmara nexweşên giran jî hezar û 408ye. (EKN/AY