Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 603 kesên din peyda bûye. 57 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 8 hezar û 498an. Her weha hezar û 320 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 115 hezar û 632kesan hatiye kirin.
Heta niha 10 mîlyon û 931 hezar û 917 test hatiye çêkirin. 326 hezar û 46 kes bi nexweşiyê ketine û 8 hezar û 498 kes jî pê mirine.
Heta niha 286 hezar û 370 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 6,2e û hejmara nexweşên giran jî hezar û 412e. (EKN/AY/FD)