Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 587 kesên din peyda bûye. 44 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 6 hezar û 370an. Her weha hezar û 87 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 110 hezar û 102 kesan hatiye kirin.
Heta niha 7 mîlyon û 138 hezar û 492 test hatiye çêkirin. 270 hezar û 133 kes bi nexweşiyê ketine û 6 hezar û 370 kes jî pê mirine.
Heta niha 244 hezar û 926 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 7,5 e û hejmara nexweşên giran jî 961 e. (EKN/AY/FD)