Photo: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 572 kesên din peyda bûye. 47 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 6 hezar û 417an. Her weha hezar û 3 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 109 hezar û 443 kesan hatiye kirin.
Heta niha 7 mîlyon û 247 hezar û 935 test hatiye çêkirin. 271 hezar û 705 kes bi nexweşiyê ketine û 6 hezar û 417 kes jî pê mirine.
Heta niha 245 hezar û 929 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 7,6 e û hejmara nexweşên giran jî 991 e. (EKN/AY/FD)