Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 512 kesên din peyda bûye. 58 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 6 hezar û 895an. Her weha hezar û 219 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 107 hezar û 702 kesan hatiye kirin.
Heta niha 8 mîlyon û 212 hezar û 924 test hatiye çêkirin. 286 hezar û 455 kes bi nexweşiyê ketine û 6 hezar û 895 kes jî pê mirine.
Heta niha 255 hezar û 407 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 7,3ye û hejmara nexweşên giran jî hezar û 209e. (EKN/AY/FD)