Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 412 kesên din peyda bûye. 19 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 6 hezar û 58an. Her weha 882 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 92 hezar û 301 kesan hatiye kirin.
Heta niha 6 mîlyon û 61 hezar û 930 test hatiye çêkirin. 254 hezar û 520 kes bi nexweşiyê ketine û 6 hezar û 58 kes jî pê mirine.
Heta niha 234 hezar û 797 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ye ji sedî 7,3 e û hejmara nexweşên giran jî 735 ye. (EKN/AY/FD)