Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 263 kesên din peyda bûye. 20 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 6 hezar û 16an. Her weha 942 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 82 hezar û 318 kesan hatiye kirin.
Heta niha 5 mîlyon û 882 hezar û 406 test hatiye çêkirin. 251 hezar û 805 kes bi nexweşiyê ketine û 6 hezar û 16 kes jî pê mirine.
Heta niha 232 hezar û 913 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ye ji sedî 7,5 e û hejmara nexweşên giran jî 703 ye. (EKN/AY/FD)