Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 192 kesên din peyda bûye. 19 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 5 hezar û 974an. Her weha 997 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 65 hezar û 956 kesan hatiye kirin.
Heta niha 5 mîlyon û 725 hezar û 242 test hatiye çêkirin. 249 hezar û 117 kes bi nexweşiyê ketine û 5 hezar û 974 kes jî pê mirine.
Heta niha 230 hezar û 969 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ye ji sedî 7,6 e û hejmara nexweşên giran jî 679 ye. (RT/AY/FD)