Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 179 hezar û 208 kesan hatine kirin û di encamê de testa 9 hezar û 809 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 983 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 171 kes bi nexweşiyê mirine. 10 hezar û 13 nexweş baş bûne û rewşa 2 hezar û 701 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 346 hezar û 285e.
Her weha 23 hezar û 152 kes mirine. 2 mîlyon û 218 hezar û 464 kes jî baş bûne.(EKN/AY)