Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 173 hezar û 603 kesan hatine kirin û di encamê de testa 9 hezar û 554 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 971 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 173 kes bi nexweşiyê mirine. 9 hezar û 463 nexweş baş bûne û rewşa 2 hezar û 652 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 355 hezar û 839e.
Her weha 23 hezar û 325 kes mirine. 2 mîlyon û 227 hezar û 927 kes jî baş bûne.(EKN/AY)