Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 168 hezar û 289 kesan hatine kirin û di encamê de testa 9 hezar û 138 kesan pozîtîf derketiye. Ji van hezar û 17 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 176 kes bi nexweşiyê mirine. 8 hezar û 103 nexweş baş bûne û rewşa 2 hezar û 811 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 326 hezar û 256e.
Her weha 22 hezar û 807 kes mirine. 2 mîlyon û 198 hezar û 150 kes jî baş bûne.(RT/AY)