Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 109 hezar û 639 kesan hatine kirin û di encamê de testa 8 hezar û 424 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 610 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 66 kes bi nexweşiyê mirine. 6 hezar û 511 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 191 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 701 hezar û 588e.
Her weha 28 hezar û 569 kes mirine. 2 mîlyon û 572 hezar û 234 kes jî baş bûne.(RT/AY)