Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 148 hezar û 192 kesan hatine kirin û di encamê de testa 8 hezar û 102 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 632 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 117 kes bi nexweşiyê mirine. 8 hezar û 314 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 523 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 501 hezar û 79e.
Her weha 26 hezar û 354 kes mirine. 2 mîlyon û 387 hezar û 384 kes jî baş bûne.(EKN/AY)