Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 115 hezar û 794 kesan hatine kirin û di encamê de testa 7 hezar û 906 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 658 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 90 kes bi nexweşiyê mirine. 7 hezar û 189 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 201 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 602 hezar û 34e.
Her weha 27 hezar û 652 kes mirine. 2 mîlyon û 489 hezar û 624 kes jî baş bûne.(EKN/AY)