Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 233 hezar û 946 kesan hatine kirin û di encamê de testa 7 hezar û 680 kesan pozîtîf derketiye, 66 kes pê mirine û 5 hezar û 835 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên 18ê Tîrmehê, li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 473 hezar û 508 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 38 milyon û 942 hezar û 491 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 20 milyon û 719 hezar û 853 kesan doza 2yem, 3 milyon û 628 hezar û 139 kesan doza sêyem, li ser hev 63 milyon û 290 hezar û 483 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(KO/AY)