Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 130 hezar û 313 kesan hatine kirin û di encamê de testa 7 hezar û 590 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 660 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 94 kes bi nexweşiyê mirine. 7 hezar û 811 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 256 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 564 hezar û 427e.
Her weha 27 hezar û 187 kes mirine. 2 mîlyon û 453 hezar û 96 kes jî baş bûne.(EKN/AY)