Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 417 hezar û 787 kesan hatine kirin û di encamê de testa 66 hezar û 467 kesan pozîtîf derketiye, 143 kes pê mirine û 29 hezar û 316 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Li Tirkiyeyê heta niha 57 milyon û 9 hezar û 739 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 51 milyon û 756 hezar û 893 kesan doza 2yem, 20 milyon û 348 hezar 276 doza sêyem, li ser hev 134 milyon û 195 hezar û 65 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (TP/AY)