Fotograf:AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 392 hezar û 281 kesan hatine kirin û di encamê de testa 65 hezar û 503 kesan pozîtîf derketiye, 185 kes pê mirine û 75 hezar û 422 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên derzî li wan hatiye xistin hene.
Li Tirkiyeyê heta niha 57 milyon û 336 hezar û 303 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 52 milyon û 262 hezar û 703 kesan doza 2yem, 24 milyon û 278 hezar 269 doza sêyem, li ser hev 140 milyon û 743 hezar û 552 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin. (RT/AY)