Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li 6 hezar û 713 kesên din peyda bûye. 153 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 12 hezar û 511an. Her weha 3 hezar û 254 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 161 hezar û 125 kesan hatiye kirin.
Heta niha 17 mîlyon û 406 hezar û 742 test hatiye çêkirin. 453 hezar û 535 kes bi nexweşiyê ketine û 12 hezar û 511 kes jî pê mirine.
Heta niha 377 hezar û 891 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ne ji sedî 3.4e û hejmara nexweşên giran jî 4 hezar û 409e. (EKN/AY)