Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 222 hezar û 847 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 602 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 563 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 114 kes bi nexweşiyê mirine. 6 hezar û 602 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 219 nexweşan jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 5 mîlyon û 270 hezar û 299e.
Her weha 47 hezar û 882 kes mirine. 5 mîlyon û 139 hezar û 993 kes jî baş bûne. (KO/AY)