Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 168 hezar û 894 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 435 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 752 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 159 kes bi nexweşiyê mirine. 5 hezar û 932 nexweş baş bûne û rewşa 2 hezar û 102 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 406 hezar û 216e.
Her weha 24 hezar û 487 kes mirine. 2 mîlyon û 283 hezar û 919 kes jî baş bûne.(EKN/AY)