Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 104 hezar û 108 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 287 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 666 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 94 kes bi nexweşiyê mirine. 6 hezar û 910 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 230 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 586 hezar û 183e.
Her weha 27 hezar û 471 kes mirine. 2 mîlyon û 475 hezar û 329 kes jî baş bûne.(RT/AY)