Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 318 hezar û 869 kesan hatine kirin û di encamê de testa 55 hezar û 149 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 2 hezar û 862 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 341 kes bi nexweşiyê mirine. 48 hezar û 947 nexweş baş bûne û rewşa 3 hezar û 319 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 4 mîlyon û 323 hezar û 596e.
Her weha 36 hezar û 267 kes mirine. 3 mîlyon û 736 hezar û 537 kes jî baş bûne.
(EKN/AY)