Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 312 hezar û 109 kesan hatine kirin û di encamê de testa 54 hezar û 791 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 3 hezar û 128 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 354 kes bi nexweşiyê mirine. 65 hezar û 593 nexweş baş bûne û rewşa 3 hezar û 463 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 4 mîlyon û 501 hezar û 382e.
Her weha 37 hezar û 329 kes mirine. 3 mîlyon û 909 hezar û 935 kes jî baş bûne.
(EKN/AY)