Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 294 hezar û 274 kesan hatine kirin û di encamê de testa 50 hezar û 678 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 2 hezar û 548 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 237 kes bi nexweşiyê mirine. 30 hezar û 194 nexweş baş bûne û rewşa 2 hezar û 824 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 3 mîlyon û 859 hezar û 11e.
Her weha 33 hezar û 939 kes mirine. 3 mîlyon û 331 hezar û 411 kes jî baş bûne.(RT/AY)