Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 151 hezar û 109 kesan hatine kirin û di encamê de testa 5 hezar û 642 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 671 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 137 kes bi nexweşiyê mirine. 6 hezar û 682 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 808 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 435 hezar û 247e.
Her weha 25 hezar û 210 kes mirine. 2 mîlyon û 314 hezar û 403 kes jî baş bûne.(EKN/AY)