Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 204 hezar û 827 kesan hatine kirin û di encamê de testa 5 hezar û 386 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 482 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 96 kes bi nexweşiyê mirine. 5 hezar û 386 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 96 nexweşan jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 5 mîlyon û 287 hezar û 980e.
Her weha 48 hezar û 164 kes mirine. 5 mîlyon û 160 hezar û 774 kes jî baş bûne. (RT/AY)