Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 223 hezar û 525 kesan hatine kirin û di encamê de testa 5 hezar û 283 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 431 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 58 kes bi nexweşiyê mirine. 5 hezar û 327 nexweş baş bûne û rewşa 751 nexweşan jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 5 mîlyon û 414 hezar û 310e.
Her weha 49 hezar û 634 kes mirine. 5 mîlyon û 280 hezar û 558 kes jî baş bûne.
(KO/AY)