Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 226 hezar û 427 kesan hatine kirin û di encamê de testa 5 hezar û 171 kesan pozîtîf derketiye, 48 kes pê mirine û 5 hezar û 12 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ji 26ê Kanûna Paşiyê û vir ve tabloya derzîkirinê ya Tirkiyeyê zindî diweşîne. Di tabloya ku hatiye weşandin de bajar bi bajar kesên ku derzî li wan hatiye xistin hene.
Li gorî daneyên 8ê Tîrmehê, li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 842 hezar û 570 doz derzî li mirovan hatine xistin.
Li Tirkiyeyê heta niha 37 milyon û 179 hezar û 5 kesan doza yekem a derziya Covid-19ê, 16 milyon û 462 hezar û 718 kesan doza 2yem, 2 milyon û 550 hezar û 225 kesan doza sêyem, li ser hev 56 milyon û 191 hezar û 948 doz derzî hatine kirin.
Derzîkirin di 13ê Kanûna Paşiyê de destpêkiribû
Li Tirkiyeyê di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2021an de dest bi derzîkirinê kiribûn û cara pêşiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê derzî li xwe xistibû. Li Tirkiyeyê niha derziyên Sinovac-CoronaVac û Pfizer-BioNTechê tên kirin.
(KO/AY)